Tebax 26, 2023 17:45 Asia/Tehran
  • Zehmetbûna kirêkirina mal û xaniyan li Tirkiyê

Ji 10 kirêdaran 9 nikarin xaniyên li gorî kîsê xwe peyda bikin

 Li Tirkiyê ji 10 kirêdaran 9 nikarin xaniyên li gorî budçeya xwe peyda bikin.

Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Ipsosê encamên lêkolîna xwe ya li ser rewşa kirêdar, krîza peydakirina xaniyan û pirsgirêkên kirêciyan ragihand.

Li gorî wê kompanyayê ji 10 kirêciyên 9 dibêjin ku eger ew neçar bimînin xaniyên xwe biguherin nikarin xaniyekî li gor budçeya xwe peyda bikin.

Li Tirkiyê welatî ji ber bihabûna jiyanê di rewşeke xirab de dijîn.

Zêdebûna kirêya xaniyan jî bandoreke neyînî li welatiyan dike û ew di peydakirina xaniyan de zehmetiyan dikişînin.

 

 

 

Serepeyv