Tebax 21, 2023 17:27 Asia/Tehran
  • Êrişkara ser nivîsgeha HDPyê li Edeneyê îdia kir ku ji polîs ferman istandiye

Jinek sredana avahiya HDP'ê û Partiya Çep a Kesk a Edeneyê kir û xwest teqemeniyê li vê avahiyê bi cih bike û piştre îdia kir ku ferman ji polîsan istandiye.

 

Duh di dema nîvro de jinek derbasî navenda hevpar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kesk û Çep a Pêşerojê  bû û li vê avahiyê teqemenî bi cih kir,  lê endamên HDPyê piştî peydakirina wê, ew radestî polîsê dije terorê kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê li Edeneyê wêneyên  kamêreya xwe yên duh ên çûyîna vê jinê nav navenda xwe weşandin.

Endamên HDPyê li  Edeneyê piştî ku bi karê vê jinê hesiyan, ew li gel jineke din li rawestgeha otobusê ya li kolana , Abêdîn Paşayê peyda kirin  û radestî polîsan kirin.

 Tolay Xatem Ogolarî Nûnerê Partiya Çep a Kesk  wek berteka  li himber vî karî got ku  partiya wan dê meselê  bişopîne. Lê belê polîsên Edeneyê jê re gotine ku bila bûyerê  zêde mezin nekin.

 

Serepeyv