Tebax 21, 2023 08:01 Asia/Tehran
  • Seroka HDP'ê li Enqerê: Wêdebirina şaredarên me dê viyana me neguhere

Seroka Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê li Enqerê, wek berteka li hember kiryara hikûmeta vî welatî ya derheq wêdebirina şaredarên HDPyê li navçeyên curbicur got: Her çiqas şaredarên me wêde bibin, emê dîsa şaredarên xwe hilbijêrin.


Pakîze Sîmînlîoglû, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqerê di axiftinekê de bona protestokirina binpêkirina mafên gel ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, bi taybet wêdebirina şaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin li navçeyên kurdnişîn ên Tirkiyê, got ku tevî van jikarderxistinan, kurdên Tirkiyê dê şaredariyên  xwe hilbijêrin  û vî karî berdewam bikin.

Simîlîoglu di civîna partiya xwe li Enqerê  ji hikûmeta Tirkiyê re got: Em tu carî dest ji maf û destkeftên xwe bernedin. Emê bi paradayma xwe ya azadîxwazî û demokratîk bi ser bikevin.

Sîmînlîoglû sedema sereke ya qeyranên civakî, aborî û siyasî yên li Tirkiyê, siyasetên şerxwazî ​​û bi şîdet yên hikûmeta Erdogan  da zanîn û got, "Tirkiye ji rewşa  welatekî veguheriye rewşa rejîmbûnê.

 Wî siyaseta hikûmeta Erdogan ya wêdebirina şaredarên HDPyê li navçeyên kurdnişîn, nîşana  qeyrana  hikimdariya vê hikûmetê da zanîn.

Serepeyv