Tîrmeh 24, 2023 17:30 Asia/Tehran
  • 10 hezar şîrket li Tirkiyê îflas bûne

Derdora 10 hezar şîrket îsal li Tirkiyê ketin rewşa betalî û îflasê.

Ev çendîn meh in ku Tirkiye rastî qeyrna aborî bûye. Daketina bihayê Lîre, enfklasyon, bêkarêî û zêdebûna belengaziyê li Tirkiyê van rojan pirsgirêkên gelê vî welatî zêde kirine.

Hevdem Rojnameya Sozcûyê ya Tirkiyê ragihand ku di nîveka yekem a sala 2023an da 9 hezar û 852 şîrket li vî welatî ji ber kêşeyên aborî û dabînkirina darayî îflas bûn.

Li gorî rapora Yekitiya Ode û Bûrsên Kelûpelan a Tirkiyê (TOBB), pêvajoya îflsabûna şîrketan li vî welatî bilez bûye.

Li gorî ragihandina vê medyaya Tirkiyê, di Hezîrna 2023an da îflasbûna Kompaniyên Teawonî sedî 38,3 û Hejmara Binkeyên bazirganî jî sedî 29,5 zêde bûne.

 

Serepeyv