Tîrmeh 22, 2023 16:59 Asia/Tehran
  • Li Îzmîrê kesek   ji ber şewata daristana hat desteserkirin

Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê ya Tirkiyê agirê daristanê ku ji şeva borî ve berdewam bû îro hat kontrolkirin.

Duh li navçeya Çeşme ya Îzmîrê agir bi daristanê ketibû û Rêveberiya Daristanê ya Herêmê ser bi Serokatiya Daîreya Şaredariya Îzmîrê bi 12 makîneyên avê, 4 tankên avê, 3 makîneyên kar û 5 tîmên bejayî midexaleyî agir kirin. Hat ragihandin ku îro agir hatiye kontrolkirin.

Li gor zanyariyan bi gumana ku agir bi daristanê xistiye kesek ji aliyê Rêveberiya Emnî ya bajêr ve hatiye desteserkirin û karûbarên yasayî yên derbarê wî kesî de berdewam in.

 

 

Serepeyv