Tîrmeh 06, 2023 18:34 Asia/Tehran
  • Hişyariya Germahiya bêmînak li Tirkiyê

Rêveberê Navenda Lêkolînên Siyasetên Keşûhewayê ya Tirkiyê derbasî jordaçûna pileya germayê li vî welatî hişyrî da.

Li gorî rapora IRIB News'ê ji Enqereyê, Levent Kûrnaz Rêveberê Navenda Lêkolînên Siyasetên Keşûhewayê ya Tirkiyê tevî bibîrxistina vêya ku sala 2023an dê sala herî germ di dîroka mirovahiyê da be, got: Bi îhtimaleke bihêz pileya germayê li Tirkiyê jî dê rekoreke nû di dîrokê da tomar bike.

Kûrnaz bi gotina vêya ku asta herî jorîn a pileya germayê di dîroka Tirkiyê da 49.1 Dereceyên Santîgrad bûye, got: Pileya germayê di sala 2023an da li Tirkiyê dê asta 50 Derece têper bike.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Siyasetên Keşûhewayê ya Tirkiyê got: Em ê di havîna îsal da derdora 10 an 12 rekorên nû di warê germayê da bibînin. Ji ber ku hîn jî rojên germ ên havînê didomin û hêdî hêdî dê germtir jî bibe.

 

Serepeyv