Hevşaredarên HDPyê li Patnûsê hatin desteserkirin
Hevşaredarên HDPyê li Patnûsê bi mehneya sextekariya li munaqiseyê hatin hewsîkirin
Muşrif Gêçer û Êmrah Qilîç, hevşaredarên HDPyê li Patnûsê bi tawana sextekariya li munaqiseyê hatin desteserkirn û bi hikmê dadgehê ketin zindanê.
Muşrif Gêçer û Êmrah Qiliç, hevşaredarên bajarê Patnûsê li Agiriyê tev Ogûr laçîn, Rêveberê Çavkaniyên însanî yê şaredariya Patnûsê roja 9 hezîranê hatin desteserkirin û hewsîkirin.
Medyayên Tirkiyê her wiha ragihandin ku şeş welatî û çalakvanên siyasî yên kurd ên xelkê Şirnexê ji wan yek ji serokên xwecihî yên HDP bi fermana dadgehê ketin zindanê.
Zerîfe Borakjî tev pênc kes ji welatiyên kurd ên xekê Şirnexê hat desteser kirin û hewsîkirin. Kesên hanê piştî çend rojan desteserkirin û derbaskirina qonaxên jêpirsiyê çûn dadgehê û hatin berdanê.