May 23, 2023 19:27 Asia/Tehran
  • Erdogan her cûre lihevhatina digel Sînan Dogan red kir

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku ti lihevkirinek navbera wî û Sînan Dogan ku di dora duyem a hilbijartinê da pişta wî girtiye, tineye.

Sînan Dogan duh ragihand ku ew ê di dora duyem a hilbijartina serokkomartiyê ya Tirkiyê da pişta Receb Teyyîb Erdogan bigire.

Li gorî rapora YJC'yê, Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê di gotûbêjeke televîzyonî da tevî sipasiya ji Sînan Dogan ji ber piştevaniya ji wî di dora duyem da got ku ti lihevkirinek navbera wî û Sînan Dogan ku di dora duyem a hilbijartinê da pişta wî girtiye, tineye.

Serokkomarê Tirkiyê tevî redkirina her cûre gotûbêja digel Sînan Dogan got, ew bi başî ji helwêsta me ya ron di têkoşîna dijî terorîsmê da û bernameyên me ji bo pêşketina Tirkiyê haydar e.

Hêjayî gotinê ye, Sînan Dogan di dora yekem a hilbijartinên serokkomartiyê yên Tirkiyê da sedî 5ê dengan bi dest xist û piştî Kemal Kilîçdaroglû di rêza sêyem da cih girt.

 

Serepeyv