May 14, 2023 15:55 Asia/Tehran
  • Rêveberê kompaniyeke lêkolînî li Tirkiyê hat desteserkirin

Kemal Ozkiraz Rêveber û damezirînerê Kompaniya Lêkolînî ya Ewrasyayê ya Tirkiyê li pey weşandina encamên rapirsînekê li ser hilbijartinê hat desteserkirin.

Piştî ku damezirînerê Kompaniya Lêkolînê ya Ewrasyayê ya Tirkiyê bi weşandina endamên rapirsîna xwe ya herî dawî ragihandibû ku di hilbijartina îro ya serokkomartiyê li Tirkiyê da dê Receb Teyyîb Erdogan serokkomarê niha yê vî welatî tûşî şikestê were û Kemal Kilîçdaroglû hevrikê wî bi ser keve, "Kemal Ozkiraz" rêveber û damezirînerê vê kompaniya lêkolînî hat desteserkirin û bo dadgehê hat veguhestin.

Kompaniya Ewrasyayê yek ji bi dehan kompaniyên  nasyar di warê rapirsînê ne ku di dem û gavên hilbijartinê da rapirsîn pêk anîne.

Li gorî encamên rapirsîna herî dawî ya vê kompaniyê, Kilîçdaroglû bi bidestxistina sedî 51.3ê dengan tê hilbijartin û Erdogan jî bi sedî 44.2ê dengan nikare careke din bibe serokkomarê Tirkiyê.

Gelê Tirkiyê îro Yekşemî, 14ê Gulana 2023an dê ji nav sê berbijarên dora sêzdehem a hilbijartina serokkomartiyê, kesekî ji bo vê cîgehê hilbijêrin. Her wiha hevdem 600 nûnerên meclîsa Tirkiyê jî ji bo dora 28an a hilbijartina parlimanî werin hilbijartin.

 

Serepeyv