Li Tirkiyê hilbijartin destpê bûye
Hilbijartina serokkomariyê û parlemana Tirkiyê îro yekşemiyê ji siet 8 serê sibê ve li gor dema Enqerê destpê bûye.
Wergirtina dengan bo mideha 9 sietan yê bidome û siet 5 - ê êvarê proseya denngirtinê yê bi dawî bibe lê li gor qanûna hilbijartinan, navendên dengwergirtinê dikarin dema dengwergirtinê dirêj bikin.
Encama hilbiajrtinan yê îşev were ragihandin û siet 12 ê îşev Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê yê encamên giştî ragihîne.
Bazneyên denngirtinê bo 81 parêzgehên Tirkiyê hatine parvekirin û zêdetirî 64 milyon kes mafê dengdanê hene ku di vê navberê de zêdetirî 5 milyon kes ji nav ciwanan in ku bo cara ewilî dengê xwe didin.
Herikiya sereke di navbera Receb Teyib Erdogan, berbijarê AKP û serokkomarê niha û Kemal Kiliçdaroglû, berbijarê opozîsypnê ye.
Li gor dawîn rapirsiyan, sedî 51. 1 dengan bo Kiliçdaroglû û sedî 43.2 dengan jî yê bo Receb Teyib Erdogan bin.