Dawîn helwêst, teblîxat û sozên berbijarên hilbijartina Tirkiyê di hefteyeke çarenûssaz da
Di bereberê lidarxistina du hilbijartinên çarenûssaz ên serokkomartî û parlimanî li Tirkiyê, wisa xuya dike ku şêwaza teblîxata berbijarên hilbijartinê tûşî guherînên bingehîn bûye.
Li gorî pêvajoya tawanbarkirina dijminan ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê va, wisa xuya dike ku siyaseta wêdadayîna hevrikê bihêz ji qada rikeberiyên hilbijartina Tirkiyê diqewime.
Di vî warî da divê em bêjin: Kêşeya navbera Erdogan û Kilîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Milletê di vê hilbijartinê da li ser qeydên deng gurrtir bûye. Di rewşekê da ku Serokkomarê Tirkiyê qala biryara xwe ji bo weşandina qeydên deng li diojî Kemal KIlîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê di vê hilbijartinê da kiriye, Kilîçdaroglû ev qeydên deng sexte zanîne.
Erdogan li hesabê xwe yê twitterê amaje bi civîna Kilîçdaroglû li eyakleta Pensîlvanyaya Amerîkayê kir û ragihand: Hêdî hêdî aşkira dibe ku danûstandina Kemal Kilîçdaroglû bi çi kesan ra heye û sozên ku dane kujerên zarokan û balyozên welatêîn rojavayî çi ne.
Xuya ye ku ev şêwaza rikeberiyên hilbijartinê li Tirkiyê bêmînak e û vê dawiyê ketiye rojevê.
Li gorî bawera karzanên siyasî yên Tirkiyê, Serokkomarê Tirkiyê nikare derdanê qebûl bike. Ji ber vê yekê ev yek tê pêşbînîkirin ku ew bi her rêyekê ji bo wêdadayîn an têkbirina hervikê xwe di hilbijartinê da pêngav rake. Tevî vê yekê wisa xuya dike ku hilêxistina tawanên ewlehiyê û danasîna serokên partiyên beşdar di Hevpeymaniya Millet'ê bi taybet Kemal KIlîçdaroglû wek Dijmin li medyayên Enqereyê hema wisa didome.
Di rastiyê da, rêya teblîxata hilbijartinê ji rewşa asayî ber bi hilêxistina tawanên ku dikarin bên şopandin û îsbatkirina oldariya berbijaran guheriye.
Di vî warî da, Receb Teyyîb Erdogan Serokê AKP'yê û Serokkomarê Tirkiyê hemî şiyana xwe daye ser ewlehîkirina atmosfera hilbijartinê û lawazkirina hevrikê xwe û dixwaze hevrikê xwe yê bihêz wek xetereke mezin li dijî ewlehiya neteweyî bo gel bide nasandin.