May 07, 2023 09:37 Asia/Tehran
  • Kêşeya navbera Receb Teyyîb Erdogan û Kemal Kilîçdaroglû gurrtir bûye

Kêşeya navbera Receb Teyyîb Erdogan serokkomar û berbijarê hilbijartina serokkomartiyê ya Tirkiyê û Kemal Kilîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê di vê hilbijartinê da li ser faylên deng gurrtir bûye.

Malpera Arabi21'ê nivîsî, Di halekî da ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi serokatiya Receb Teyyîb Erdogan qala  biryara xwe ji bo weşandina faylên deng li dijî Kemal Kilîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê di vê hilbijartinê da kiriye; Kilîçdaroglû ev fayl sexte zanîne.

Li gorî vê raporê, vê dawiyê hin îdia derbarê hebûna hin faylan ji Kilîçdaroglû di serdana wî ya çend meh beriya niha bo Amerîkayê hatine weşandin û medyayên nêzik beriya vêya qala wendabûna 8 saetî ya Rêberê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) û bi awayekî nerasterast amaje bi civîna wî digel endamên Koma Gulen kiribûn.

Li aiyê din, Kilîçdaroglû di hevpeyvîneke televîzyonî derbarê serdana xwe ya Amerîkayê nerasterast hevrikê xwe yên hilbijartinê (AKP) bi sextekariyê tawanbar kiriye û gotiye:  Ez di serdaneke 8 saetî da çûm Waşîngtonê û hin zanyarî gihîştin min ku ew hewl didin bi vê rêyê tiştek weke  qeydeke deng an klîpeke vîdyoyî çê bikin û bi sextekariya wê faylê, li dijî wî hin babetan berhem bînin.

Bi nêzikbûna dema lidarxistina hilbijartina parlimanî û serokkomartiyê li Tirkiyê û gurrbûna rikeberiyan, her yek ji berbijarên serokkomartiyê hewl didin xalên xwe yên hêzê berbiçav bikin û xalên xwe yên lawaziyê binixûmînin û ji bo kişandina bala dengderan, hevrikên xwe bixin bin pirsê.

Di dora 13an a hilbijartina serokkomartiyê ya Tirkiyê da ku hevdem digel hilbijartina parlimanî li vî welatî tê lidarxistin, çar berbijarên dawî ji wan Receb Teyyîb Erdogan ji aliyê Hevpeymaniya Cimhûrê, Kemal KIlîçdaroglû ji aliyê Hevpeymaniya Millet'ê, Miherem Înce ji aliyê Partiya Memleketê û Sînan Dogan ji aliyê Hevpeymaniya Ata va ketine rikeberiyê.

 

Serepeyv