Rikeberiya nêzik a berendamên hilbijartina Tirkiyê û hilêxistina tawanan li dijî hev
Kêmtir ji deh roj heta dema lidarxistina dora sêzdehem a hilbijartina serokkomartiyê û dora 28an a jilbijartina parlimanî li Tirkiyê maye.
Ji çend meh beriya niha va hat diyarkirin ku di nav çar berendamên hilbijartina serokkomartiyê ya Tirkiyê da, rikeberiya sereke di navbera Receb Teyyîb Erdogan û Kemal Kilîçdaroglû da ye.
Di vê rewşê da, berbijarên hilbijartinê di astên cûrbicûr da bi hilêxistina hin tawanan hewl didin beşa gewr a civakê an jî wê beşa civaka Tirkiyê ku meraq nake beşdarî hilbijartinê bibe, an jî hîn berbijarê xwe yê sereke diyar nekiriye, ber bi xwe va bikişînin.
Di vî warî da, Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê û berbijarê Hevpeymaniya Cimhûrê, Kemal KIlîçdaroglû wek girêdayî bi welatên rojavayî zanî û hin rêberên Hevpeymaniya Millet'ê wek Hevzayendhez bi nav kirin. Ev rastî divê were berçavgirtin ku siyaseta hikûmeta Receb Teyyîb Erdogan di heyama pênc salên derbasbûyî da pirranî serbixwetî ji dewletên rojavayî û Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) di warê siyaseta derveyî da hatiye darêştin.
Ev di rewşekê da ye ku siyasetmedarên desthilatdar li Tirkiyê ji sala 1923an va ku Komara Tirkiyê ji aliyê Mistefa Kemal Paşa nasyar bi Ataturk va hat avakirin, aliyên siyasî yên Tirkiyê kêmtir ev siyaset girtine ber xwe.
Bi giştî divê were gotin ku rikeberiya berbijarên dora 13an a Hilbijartina Serokkomartiyê li Tirkiyê ji rikeberiyeke saxlem gihîştiye cihekî ku tûşî hevdu-tawanbarkirin û danasîna welatên biyanî wek piştevanên berbijarên sereke bûye.
Di rastiyê da, ewqasî ku dewletên rojavayî li ser çûyîna hikûmeta Erdogan sermayeguzarî kirine, ewqasî jî Rûsya li dijî desthilatdarbûna Kemal Kilîçdaroglû wek siyasetmedarekî alîgirê siyasetên welatên rojavayî li Tirkiyê ye.