May 02, 2023 15:23 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên Tirkiye û Urdinê derbarê Sûriyê axivîn

Çavkaniyên nûçeyan berbanga Sêşemiyê ragihandin ku wezîrên derve yên Tirkiye û Urdinê bi rêya telefonê derbarê Sûriyê axivîne.

Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê bi rêya telefonê bi Îmen El Sefedî Wezîrê Karên Derve yê Urdinê ra axivî.

Li gorî vê raporê, Wezîrên derve yên Tirkiye û Urdinê derbarê alûgorên herî dawî yên têkildarî dosyeya Sûriyê şêwirîne.

Hûrgiliyên zêdetir derbarê vê gotûbêja telefonî nehatine weşandin.

Ev gotûbêj di rewşekê da pêk hatiye ku civîna pêncqolî ya wezîrên karên derve yên Sûriye, Erebistan, Urdin, Misr û Iraqê li Emmanê roja Duşemiyê ji bo vekolandina meseleyên hilêxistî di civînan da û têkiliyên vê dawiyê navbera welatên erebî hat lidarxistin.

Senan Mecalî Berdevkê Wezareta Derve ya Urdinê roja Yekşemiyê gotibû ku ev civîn di dewama civîna şêwirînê ye ku roja 14ê Nîsanê bi beşdariya endamên Konseya Hevkariya Kendava Farsê, Urdin, Iraq û Misrê bi mazûvaniya Erebistanê li Cedeyê hat lidarxistin.

 

Serepeyv