May 02, 2023 08:49 Asia/Tehran
  • Di Roja Cîhanî ya Karkeran da bi dehan nerazî li Tirkiyê hatin desteserkirin

Polîsê Tirkiyê duh di Roja Cîhanî ya Karkeran da bi dehan nerazî desteser kirin.

Medyayên Tirkiyê roja Duşemiyê qala qewimîna tundî û pevçûnan di Roja Cîhanî ya Karkeran da li bajarên vî welatî kirin û ragihandin ku bi dehan kes di xwenîşandana duh da hatin desteserkirin.

Walîtiya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand, tevî dayîna destûrê ji bo lidarxistina rêûrisma Roja Cîhanî ya Karkeran li cihên diyarkirî, hinekan bi lidarxistina meşa neqanûnî dixwest ku derbasî Meydana Teqsîmê bibin ku tûşî polîs bûn.

Meydana Teqsîmê meydaneke sembolîk ji bo xwenîşandana dijî hikûmetê ye û hikûmeta Tirkiyê ji dema nerzîtiyên nasyar bi Gêzî Parkê di sala 2013an da lidarxistina her kombûnekê li vê meydanê qedexe kiriye.

Di halekî da ku Tirkiye di bereberê lidarxistina hilbijartina seranserî ye û Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê ketiye qada rikeberiyên hilbijartinê, zanyariyên yekîtiyeke karkeriyê li vî welatî nîşan jordaçûna  rêjeya belengaziyê dikin.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeriyê ya Tirkiyê ragihand, Hêla Belengaziyê ji bo malbateke çarkesî li vî welatî gihîştiye zêdetirî 33 hezar lîreyî. Ev di rewşekê da ye ku ji bilî zêdebûna rêjeya belengaziyê, Hêla Birçîtiyê ku asta xerc û lêçûnên xwarinê yên malbatê diyar dike, ji bo malbateke çarkesî, gihîştiye 10 hezar û 135 lîreyan di mehê da.

Giranbûna qeyrana aborî li Tirkiyê ji ber bilindbûna asta enflasyon û belengaziyê, bûye sebeba nerazîtiya gel û xortan vî welatî ji partiya serdest.

Li gorî raporê fermî yên weşandî, di bereberê hilbijartina çarenûssaz a Serokkomartî û Parlimaniyê, navgîna asta enflasyona fermî û hikûmî ya salane li Tirkiyê ji sedî 71 zêdetir bûye. 

Serepeyv