Kilîçdaroxlû: Baweriya me bi Desteya Bilind a Hilbijartinan û Erdogan tineye
Kilîçdaroglû di gotûbêja digel Financial Times'ê (Financial Times) da bêbaweriya Opozîsyonê li Desteya Bilind a Hilbijartinan û Erdogan diyar kir û got ku ew ê rê nede ku hilbijartin ji aliyê Erdogan va were xesbkirin.
Kemal Kilîçdaroglû Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) û berbijarê Opozîsyona Tirkiyê di hilbijartina serokkomartiyê da di gotûbêja digel Financial Times'ê da got ku ew ê rê nede ku ev hilbijartin ji aliyê Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê va were xesbkirin û 5 salên din ji wextê gel berba û pûç bibe.
Rêberê Opozîsyona Tirkiyê di vê axaftinê da tekezî li ser vîna xwe ya ciddî ji bo jinûva-avakirina saziyên hikûmî kir û soz da ku pêvajoya ku bûye sebeba reftara dîktatorane ya hikûmetê, ji nav bibe.
Kilîçdaroglû bi goptina vêya ku ew piştrast e ku di vê hilbijartinê da dê dawî li du deheyan desthilatdariya Erdogan di siyaseta Tirkiyê da were, soz da ku abora ku di rewşa hilweşiyanê da ye vejîne, demokrasiya Tirkiyê ji nû va ava bike û bêhêvîtiya berfireh li nav çîn û qatên cewan li vî welatî ji nav bibe.
Kilîçdaroglû bi gotina vêya ku ewlewiyeta hikûmeta wî dê abor û demokrasî be, got ku ew ê "Serxwebûna Saziya Dadweriyê, Azadiya Çapemeniyê û Azadiya Raderbirrînê" li vî welatî vegerîne û Erdogan nikare 5 salên din ji wextê vî welatî pûç bike.
Wî ji ber ku pirraniya medyayan li Tirkiyê di bin kontrola hikûmetê da ne, pêvajoya vê hilbijartinê ne-edlane zanî.
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) got: "Me bi ti awayî bawerî li Erdogan û Desteya Bilind a Hilbijartinan tineye. Ji ber vê yekê ye ku ev sal û nîvek e ku me ji bo dabînkirina ewlehiyê li hemî sindoqên dengwergirtinê hewl daye. Em rê nadin ku dengên gel bên dizîn."
Financial Times'ê ji zarê karzanên siyasî hilbijartina bê ya serokkomartiyê wel hilbijartina herî dijwar di temenê siyasî yê Erdogan zanî û nivîsî ku li gorî rapirsînan dê rikeberiyeke gelekî nêzik di navbera du hevrikên sereke pêk were; Her çend ku li gorî rapirsînan, Kilîçdaroglû li pêş Erdogan e, lê çaverêtî heye ku ev hilbijartin derbasî dora duyem bibe.