Hevrikê Erdogan: Eger ez bi ser kevim, ez ê peywendiyan digel Sûriyê asayî bikim
Hevrikê Serokkomarê Tirkiyê di hilbijartinê da soz da ku eger di hilbijartina bê ya serokomartiyê li vî welatî bi ser keve, ew ê peywendiyên digel Sûriyê veegerîne rewşa xwe ya asayî.
Malpera Tirkiye El-Anê nivîsî: Kemal Kilîçdaroglû hevrikê hilbijartinê yê Receb Teyyîb Erdogan serokkomarê niha yê Tirkiyê di kombûneke hilbijartinê da li parêzgeha Qeyseriyê ya navenda Tirkiyê got: Eger ez di hilbijartinê da bi ser kevim, herî pirr di heyama du salan da em ê digel Sûriyê aştî bikin û bi tamî peywendiyên xwe yên asayî digel wî welatî ji nû va dest pê bikin.
Kilîçdaroglû her wiha got: Em ê balyozxaneyên du welatan vekin û sûriyên niştecihê Tirkiyê ku zêdetirî sê miliyon kesî ne, li welatê wan vegerînin.
Kemal Kilîçdaroglû do vê dora hilbijartinê da hevrikê sereke yê Erdogan e û rikeberiyên xwe yên hilbijartinê herî zêde li ser mijarên demokrasî, mafên mirovan û desthilata Qanûnê bi pêş da dibe û wek rexnegirekî ciddî li hemberî gebdeliyê li sazî û rêxistinên hikûmî yên Tirkiyê ye.
Li gorî rapirsînên herî dawî, Kilîçdaroglû ku serokatiya hevpeymaniya pêkhatî ji şeş partiyên dijberê hikûmeta Erdogan girtiye ustiyê xwe, di rewşeke guncan anegorî serokkomarê niha yê Tirkiyê da ye.
Hilbijartina serokkomartî û parlimanî li Tirkiyê biryar e 14ê Gulana 2023an were lidarxistin.