Nîsan 25, 2023 17:16 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê tekezî li ser girîngiya hevdîtina bê ya Erdogan û Esed kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê tevî tekeziya li ser dabînkirina amadekariyên hevdîtina muhtemel navbera serokkomarê vî welatî û hevpêşeyê wî yê sûrî, got: Lidarxistina vê hevdîtinê gelekî girîng û pêwîst e.

Li gorî rapora Fars News’ê, ‘Mewlûd Çawûşoglû’ Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê got: Mijara awareyan û têkoşîna dijî terorîsmê dê ji mijarên herî girîng ên hevdîtina bê navbera ‘Bişar Esed’ Serokkomarê Sûriyê û ‘Receb Teyyîb Erdogan’ hevpêşeyê wî yê sûrî bin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê tevî amajeya bi vêya ku renge ev hevdîtinê di rojên nêzikî dema lidarxistina hilbijartina vî welatî da pêk were, got: Pêşniyaza din, pêkanîna vê hevdîtina rayedarên Enqere û Şamê di destpêka Gulanê da ye.

 

 

Serepeyv