Nîsan 22, 2023 17:13 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê zêdeyî 2 milyon esnafan îflas kirine

Li gor amarên Konfederasyona Esnaf û Pîşekaran a Tirkiyê (TESK) li seranserê Tirkiyê di nav 19 salan de 2 milyon û 260 hezar esnafan ji ber ku nikarîne deynên xwe bidin îflas kirine û herî dawî di erdhejên 6ê Sibatê de jî li 11 parêzgehan zerar gihiştiye 126 hezar kargehan.

Li gor Konfederasyona Esnaf û Pîşekaran a Tirkiyê, di 3 mehên destpêka îsal de hejmara kargehên hatine girtin li gor heman dema sala borî %22 zêde bûye û gihiştiye 35 hezar û 804an. Medya Tirkiyê dibêje, piştî erdhejên 6ê Sibatê îflaskirina esnafan zêdetir bûye û ji meha Sibatê heta niha hejmara esnafên îflas kirine 21 hezar û 273ê ye.

Ligel vê yekê amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku di nav 19 salên borî de jî hejmara esnafên îflas kirine 2 milyon derbas kiriye û bûye 2 milyon û 260 hezar esnaf.

Li gor amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê di erdhejên 6ê Sibatê yên navend Mereşê de li 11 parêzgehan 125 hezar û 770 kargeh hene ku zerareke zêde li wan ketiye.

 

Serepeyv