Nîsan 21, 2023 16:53 Asia/Tehran
  • Bahoza giran li navçeya erdhejlêketî ya Tirkiyê

Di encama bahoza giran li navçeya erdhejlêketî ya li başûrê Tirkiyê da kesek canê xwe ji dest da.

Li parêzgeha Mereş a ku navenda erdheja 6ê Sibatê bû vê carê jî bi karesata bahozê re rûbirû ma ku kesekî canê xwe ji dest da û 49 kes jî birîndar bûn.

Fexredîn Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ragihand  di encama bahoza li Qehreman Mereşê da 49 kes birîndar bûne. Qurbaniyên erdhejê ku di konan de diman  rûbirûyî bahozê bûn.

Bahoza giran derbe li 140 konên mexdûrên erdhejê daye. Hêza bahozê ewqasî zêde bû ku xaniyên kawilbûyî ketin ser xêwetan û eva  bû sedema zêdebûna birîndaran.

Şayanî gotinê ye ku nîveka meha Adarê jî baraneka giran li navçeyê barî û lehî rabû û di encamê da jî 18 kesan canê xwe ji dest dan.

 

Serepeyv