Nîsan 15, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • Amerîkayê çend şirketên Tirkîyê boykot kirin

Wezareta Xizînedarîyê ya Amerîkayê 5 şirketên tirkîyeyî bi hegera binpêkirina boykotên dijî Rûsyayê, boykot kirin.

Wezareta Xizînedarîyê ya Amerîkayê ragihand ku 5 şirketên tirkîyeyî Şirketa Gemîvanîyê ya Artvîn, Şirketa Teknolojîyê ya Azû, Şirketa Deksîyas, Şirketên Ticarî û Gemîvanîyê yên Salda û Smart’ê bi tawana binpêkirina boykotên dijî Rûsyayê boykot kirine.

Li gorî gotina rayedarên Wezareta Xizînedarîyê ya Amerîkayê 3 şirketên tirkîyeyî jî bi hegera hewla ji bo xwevedizîna ji boykotên Rûsyayê ketine ber boykotên Wezareta Xizînedarîyê ya Amerîkayê..

Çavdêr ser vê bawerê ne ku boykot bûye emrazek di destê Amerîkayê da ji bo tolistandina ji welatên ku sîyasetên Waşîngtonê rexne dikin û helbet ezmûna dûr û dirêj a ji ber boykotên berfire û demdirêj ên Amerîkayê dijî welatên curbicur nîşan dide ku idî ew emraz û darê desta bi kêrî pêşdebirina sîyasetên Waşîngtonê nayê.

 

Serepeyv