Nîsan 15, 2023 15:45 Asia/Tehran
  • Tirkiyê balyozê Danmarkê bang kir

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê wek nerazîtiya li hemberî bêrêziya li Qurana Pîroz û alaya vî welatî li Kopenhagê, ‘Denî Anan’ balyozê Danmarkê bang kir.

Li gorî rapora IRIB News’ê ji Enqereyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê roja Şemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Em bêrêziya li Qurana pîroz a misilmanan û êrîşa ser alaya Tirkiyê bi tundî şermezar dikin.

Di beşeke din a daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê da hatiye: Eva ku tevî hişyariyên me bi behaneya azadiya raderbirrînê destûra kiryarên wiha kirêt tê dayîn, nayê qebûlkirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê tevî diyarkirina nîgeraniya ji ber îslamfobyayê û kiryarên nijadperestane li welatên rojavayî, xwestiye ku dewlet rê li ber dubarebûna kiryarên bi vî rengî ku hestên dînî yên bi miliyaran misilmanî birîndar dikin, bigirin.

 

 

Serepeyv