Adar 13, 2023 18:09 Asia/Tehran
  • Navnivîsîna ji bo berbijariya hilbijartina parlimanî li Tirkiyê dest pê bû

Navnivîsîna berbijaran ji bo dora 28an a hilbijartina Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyê dest pê bû.

Li gorî rapora IRNA'yê, Navnivîsîna dora 28an a hilbijartina Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyê îro dest pê bû.

Li gorî qanûna Tirkiyê, kesên ku dixwazin bibin berbijar, daxwaza xwe ji bo beşdariya di rikeberiyên hilbijartinê da didin partiyên xwe.

Piştî raberkirina daxwazan bo partiyan, her partiyek li gorî vêya ku serbixwe an di çarçova hevpeymaniyê da beşdarî rikeberiyên hilbijartinê bibe, lîsteya xwe ya dawî diyar dike û radigihîne.

Berbijarên jin û cewan divê ji bo navnivîsandinê 10 hezar lîre, berbijarên astengdar pênc hezar lîre û yên din jî 20 hezar lîreyî veguhezînin hesabê AFAD'ê.

Hilbijartina parlimanî li Tirkiyê dê 14ê Gulanê were lidarxistin û 64 miliyon kes xwedîmerc ji bo dengdayîna di vê hilbijartinê da ne.

Hêjayî gotinê ye dora 13an a hilbijartina serokkomartiyê jî biryar e hevdem digel hilbijartina parlimanî were lidarxistin.

 

Serepeyv