Adar 12, 2023 17:20 Asia/Tehran
  • Rapirsîn li Tirkiyê û siyasetên nû yên Erdogan ji bo qanihkirina raya giştî

Hevdem digel ragihandina dema lidarxistina hilbijartinan li Tirkiyê û weşandina hevdem a encamên çend rapirsînan li hundirê vî welatî ku nîşan didin dengên Erdogan li hemberî hevrikê wî, Kemal Kilîçdaroglû kêm bûne, vê carê serokkomarê Tirkiyê bi zimanekî nermtir dil heye raya giştî qanih bike.

Piştî ku Konseya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê ragihand ku wê di roja 14ê Gulanê da hilbijartina seranserî ya parliman û serokkomartiyê li vî welatî were lidarxistin û 36 partiyan destûr heye ku di hilbijartina navbirî da bi lîsteya partiya xwe  beşdarî rikeberiyan bibin, encamên belavbûyî yên rapirsînên berayî li Tirkiyê nîşan didin ku Kemal KIlîçdaroglû berbijarê 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê ketiye pêş Erdogan û eger rikeberî bi vî awayî bi pêşda herin, Erdogan dê ji qada siyaseta  Tirkyiê were wêdabirin.

Ji aliyê din va Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê roja Şemiyê di civîneke digel şaredarên ser bi Partiya Dad û Geşepêdanê wek partiya serdest, welatiyên Tirkiyê derbarê dayîna dengê xwe bo Kilîçdaroglû hişyar kirin û got: Em nikarin  Tirkiyê bispêrin hevpeymaniyeke çendalî, timakar û bêarmanc; em nikarin rê bidin ku karesateke wiha biqewime.

Hişyarîdana Erdogan derbarê desthilatdarbûna dijberên wî di rewşekê da ye ku li gorî rapirsînên pêkhatî ji aliyê Lêkolîngeha Piyar’ê, Kemal Kilîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Millet’ê bi sedî 57,1’ê dengan li pêş ERdogan bi rêjeya sedî 42,9 e.

Erdogan bi palpiştiya hegerên weke hevdemiya tarîxa pêştir digel rêûrisma Hecê, Ezmûna Derbasbûna bo zanîngehan û destpêbûna betlaniyên havînê, 14ê Gulanê wek dema lidarxistina hilbijartinan ragihand.

Hilbijartina Tirkiyê biryar bû ku di 18ê Hezîrana 2023an da were lidarxistin.

Erdogman di rewşekê da rikeberiyê digel Kemal Kilîçdaroglû bike ku hevpeymaniya opozîsyonê roja Duşemiya derbasbûyî Kilîçdaroglû wek berbijarê xwe bijart.

Dijberên hikûmeta Tirkiyê rexne li Erdogan digirin ku desthilat xistiye bin pawana xwe û wê ji bo bandorkirina li hilbijartinan bi kar tîne.

Serokkomarê Tirkiyê her wiha tûşî rexneyên giran ji ber zêdebûna zamê û şêwaza xebata hikûmeta xwe di warê erdheja wêranker a 6ê Sibatê da bûye.

 

Serepeyv