Adar 09, 2023 18:20 Asia/Tehran
  • Civîna dadgehê ya hilkolandina dosyeya daxistina HDP’yê mahekê paşda ket

Civîna dadgehê ya hilkolandina dosyeya daxistina HDP’yê bi hegera erdhejê mahekê paşda ket.

Civîna dadgehê ya hilkolandina dosyeya daxistina HDP’yê li gorî daxwaza vê partîyê û bi hegera pirsgirêkên ji ber erdhejê, mahekê paşda ket.

Rojnameya Cumhuriyet’ê nivîsî ku civîna dadgehê biryar bû ku di 14ê Adarê da were lidarxistin, lê yê di 11’ê Nîsanê da bê lidarxistin.

Parêzerên HDP’yê li gorî pirsgirêkên ji ber erdhejê û nêzîkbûna dema hilbijartinan, ji Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirîyê xwestin ku mecalê bidin wan ji bo ku xwe ji bo berevanîya li dadgehê amade bikin û civîna têkildarî dosyeya daxistina HDP’yê paşda bixe.

Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyê ku berpirsyarê hilklandina vê dosîyeyê ye, daxwaza Parêzerên HDP’yê qebûl kir.

 

Serepeyv