Adar 05, 2023 17:20 Asia/Tehran
  •  Midhet Sencer: Opozîsyon divê li dor mihwera azadî û edaletê yekgirtî be

Midhet Sencer ji partiyên opozîsyonê li Tirkiyê xwest ku li dor mihwera demokrasî, edalet û azadiyê yekgirtî bin.

Piştî veqetiyana ‘Meral Akşener’ê ji hevpeymaniya şeş partiyên opozîsyonê, endamên Konseya Navendî ya Biryarder a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîneke awarte li dar xistin.

Midhet Sencer Hevserokê HDP’yê piştî vê civînê bi beşdariya di press-konferansekê da rojeva karî ya vê partiyê di asta yekem da vekolandina pirsgirêkên ziyandîtiyên erdhejê û piştî wê jî mijara hilbijartinê ragihand.

Wî bêyî ku navê Opozîsyonê bigire, got: “Armanca herî pêşîn a HDP’yê di hilbijartina bê da dabînkirina xwestek û hewcetiyên gelê Tirkiyê ji bo serêxwegirtina demokrasî, beranberî, dadmendî, azadî û aştiyê ye. Em bi liyektêgihîştinê karekî dikin  ku li ser xêra tevahiya 85 miliyon kesî be.”

Sencer di vê axaftinê da çend caran tekezî li ser hewldana partiya xwe ji bo pêkanîna yekitiyê navbera welatiyên Tirkiyê kir. Wî ji hemî partiyên opozîsyonê û çalakên siyasî yên Tirkiyê daxwaza yekitî û hevgirtinê li dor mihwera demokrasî, dadmendî û azadiyê kir û got: “Em guherînan dişopînin û bi alîkariya gişt endamên desteyên xwe di vê hevpeymaniyê da, mijarê vekolînin.”

 

Serepeyv