Adar 04, 2023 14:50 Asia/Tehran
  • Serokê CHP’yê himber peyama Seroka Îyî Partîyê bertek nîşan da

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) piştî daxuyaniya Seroka ÎYÎ Partiyê (Partiya Baş) têkildarî vekişîna ji maseya 6 partiyên opozîsyonê got, “Meraq nekin her kevirek dê li cihê xwe rûne.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener’ê duh di daxuyaniyeke çapemeniyê de vekişîna xwe ji maseya 6 partiyan ragihand.

Akşener’ê di peyama xwe da got, “Di civîna duh de me behsa berbijarê serokkomariyê yê hevbeş kir. 5 partiyên opozîsyonê ligel berbijariya Kilicdaroglu ne. Me bo berbijariya serokkomariyê Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu pêşniyar kir.Pêşniyarên me yên aqilane ji aliyê wan pênc partiyan ve hatin redkirin. Erka sereke ya li ser milê me, parastina welatê me ye. Maseya 6 partîyan êdî îradeya gel nîşan nade.”

Serokê CHP’yê ‘Kemal Kiliçdaroglu’ heman rojê piştî demek ji van axavtinan li ser pirseke derbarê gotinên Akeşener’ê de got, “Meraq nekin her kevirek dê li cihê xwe rûne.”

HDP’yê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Encumena Rêveberiya Navendî ya partiyê dê roja Şemiyê 4ê Adara 2023an di demjimêr 14.00an de bi awayekî awarte bicive û rewşa dawî ya siyasî gotûbêj bike.

 

Serepeyv