Sibat 17, 2023 19:00 Asia/Tehran
  •  Pêgirîya Serokwezîrê Yûnanê ser çareserkirina biaştî ya nakokîyên digel Tirkîyê

Serokwezîrê Yûnanê pêgirî ser pêwîstîya çareserkirina nakokîyên bi Tirkîyê ra bi saya rêyên aştîyane kir.

Serokwezîrê Yûnanê “Kiryakas Mîtsotakîs” pêgirî kir ku piştî erdheja li Tirkîyê divê peywendîyên Aten- Enqereyê ji nû ve bên nasandin, dîyar kir: “Ti tiştek ku gelên van du welatan ji hev cida bike, tineye.”

Serokwezîrê Yûnanê herwiha got: “Em cînarê hev in û divê vê yekê fêr bibin ku çawan mesele û gêreyan bi awayekî aştîyane çareser bikin.”

Serokwezîrê Yûnanê amajeyî giranîya erdhejên vê dawîyê li Tirkîye û Sûrîyê kir û got: “Ev erka me ya mirovî ye ku li rex gelên Tirkîye û Sûrîyê rawestin. Em di rêza yekê ya wan welatan da ne ku alîkarîyan mirovdostîyê ji bo mexdûrên erdhejê şandin.”

Serokwezîrê Yûnanê herwiha got: “Alîkarîya me bo Tirkîyê karekî mirovdostane ye û ti armanceke têkildarî sîyaseta derve di vî karî da tineye.”

 

Serepeyv