Sibat 08, 2023 18:01 Asia/Tehran
  • Bendera Skenderûna Tirkiyê ji ber rabûna asta avê hat valakirin

Avahiyên li nêzikî peravê li bendera Skenderûnê ya Tirkiyê ji ber rabûna asta ava deryayê li pey erdheja sê roj beriya niha tên valakirin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Rayedarên Navenda Rêveberiya Bûyerên Awarte ya Tirkiyê (AFAD) qewimîna somaniyê li perravên Deryaya Sipî li pey erdheja roja Duşemiyê li başûrê vî welatî red kirin, lê şehedî nîşan didin ku asta ava deryayê li peravên Skenderûnê bilind bûye.

Vîdyoyên ku hatine belavkirin nîşan didin ava deryayê heta nîviya bajêr hatiye û derbasî nav gelek kolanên vî bajarî bûye; ji ber vê yekê AFAD'ê destûr daye hin taxên bajêr bên valakirin.

Erdhejeke bi hêza 7,8 Rîşteran berbanga roja Duşemiyê, 6ê Sibata 2023an, deverên başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê hejandin.

Li gorî rapora rayedarên tirkiyeyî û sûrî, hejmara candayîyên erdhejê li van du welatan heta vê demê gihîştiye 9 hezar û 830 kesî û pêşbînî tê kirin ev hejmar di rojên bê da zêdetir bibe.

 

Serepeyv