Sibat 08, 2023 14:03 Asia/Tehran
  • HDP: “Hikûmet bi ragihandina Rewşa Awarte lê digere karesatê veguherîne derfetê”

Parlimanterekî Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) ragihand: “Hikûmet bi ragihandina “Rewşa Awarte’’ lê digere karesata erdhejê veguherîne derfetê.”

Cîgirê Hevserokê HDP’yê “Teyyîb Temel” rexne li hikûmetê ji ber şêwaza kontrolkirina qeyranê girt û ragihand: “Hikûmet bi ragihandina Rewşa Awarte berî hilbijartinan lê digere karesata erdhejê veguherîne derfetê.”

Teyyîb Temel amajeyî salixîyên meydanî yên têkildarî karesata erdhejê li Tirkîyê kir û rewşa herêmên erdhejlêketî gellekî giran nirxand.

Cîgirê Hevserokê HDP’yê herwiha got: “2 roj ji erdhejê derbas dibin lê hin dever hene ku hê operasyona hawargiheştin û rizgarkirina li wan dest pê nebûye.”

Wî dîyar kir: “Raghiandina Rewşa Awarte li herêmên erdhejlêketî ji bo kontrolkirin û çavdêrîya ser hatin û çûyînê li wan herêmana û girtina pêşîya hevgirtina civakî ye û armanc ji vî karî veşartina nelayîqbûna hikûmetê di warê kontrolkirina qeyranê û veguhertina karesatê bo derfetê ye”

 

Serepeyv