Sibat 05, 2023 18:33 Asia/Tehran
  •  Bekir Bozdag: “Ti berbendeka qanûnî ser rêya berbijarbûna Erdogan tine”

Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê bi redkirina rexneyên li ser neqanûnîbûna berbijarbûna “Receb Teyyîb Erdogan” ji bo hilbijartina tê ya serokkomartiya vî welatî got ku di vî warî da ti gumanek tine û her tişt li gorî qanûnê ye.

Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê “Bekir Bozdag” ragihand ku di Qanûna Bingehîn da ti berbendek ser rêya berbijarbûna Erdogan tine.

 Bozdag derbara alûgorên Hevalbendiya Milet’ê de ku maseya şeşalî digire ber xwe û li ser nenasandina berendamê hevpar ji aliyê hevrikên Erdogan ve got: “Serokê vê maseyê kî ye? Her kesek dibêje ez serok im, lê serok, Kiliçdaroglu ye, ne Meral Akşener û ne jî yên din.”

 Bozdag herwiha got: “Kemal Kiliçdaroglu, serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkiyê wisan kiriye ku tenê xwe wekî berbijar daye nasîn û ti bijareyek ji bo fikirînê nehîştiye.”

Di halekî da ku pilana hilbijartinên serokkomartî û meclisa Tirkiyê ji bo 14’ê Gulana 2023’an hatiye darêştin, partiyên neyar û rexnegir ên hikûmetê AKP’yê îdia dikin ku berbijarbûna Receb Teyyîb Erdogan, serokkomarê niha yê Tirkiyê di vê hilbijartinê da neqanûnî ye.

 

 

Serepeyv