Sibat 02, 2023 19:35 Asia/Tehran
  •  Balyozê Norwêjê li Enqereyê bo Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê hat bangkirin

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê balyozê Norwêjê li Enqereyê ji ber destûrdana rayedarên vî welatî ji bo lidarxistina xwenîşandana roja Îniyê bang kir.

Di nerazîtiya Çileya 2023an li nêzikî balyozxaneya Tirkiyê li Stokholmê siyasetmedarekî danmarkî-swêdî ji bereya rastgir a tundrê ku li dijî koçberan e, nisxeyeke Qurana Pîroz şewitand.

Enqereyê ev kiryar bi tundî şermezar kir. Hikûmeta Swêdê bo cara sêyem destûra "Şewitandina Quranê" li vî welatî da. Ev kiryara kirêt bi awayê cîhanî hatiye şermezarkirin.

Li gorî rapora Reuters'ê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê roja Pêncşemiyê bi bangkirina balyozê Norwêjê li Enqereyê ragihand, Enqere dayîna destûreke wiha bi tundî şermezar dike û wê wek kiryareke handêr dizane ku dê bêrêzî li Quranê be.

 

Serepeyv