Sibat 02, 2023 13:28 Asia/Tehran
  • Neyartîya teqil a Tirkîyê himberî endamtîya Swêdê di NATO’yê da

Serokkomarê Tirkîyê bi awayekî teqil ragihand ku dijî endamtîya Swêdê di NATO’yê da ye.

Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan duh êvarê di axavtina ji bo koma Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li meclîsa Tirkîyê da amajeyî mijarên rojeva welatê xwe ji wan demajoya Swêd û Fînlandê di NATO’yê da kir.

Erdogan got: “Em ne dijî endamtîya Fînlandê di NATO’yê da ne lê ji vir va radigihînim ku bila Swêd bêçine hewil nede.”

Serokkomarê Tirkîyê di dewamê da meseleya neyartîya Enqereyê bi şewitandina Qurana pîroz li Swêdê va girêda û xitabî rayedarên swêdî got: “Stokholm, tu bêçine hewil didî, heta dema ku rê bidî Quran were dirrandin û şewitandin, em ê endamtîya te di NATO’yê da qebûl nekin.”

Ev idiaya Erdogan di halekî da ye ku Tirkîye ji destpêkê va dijî endametîya Swêd û Fînalndê di NATO’yê da derketîye, ji dema ku Enqereyê, Stokholm û Hêlsînkî bi piştgirîya ji PKK’yê û dezgehên ser bi wê tawanbar kirin û ji wan xwest ku hemî endamên wê komê û dezgehên wê radestî Tirkîyê bikin.

 

Serepeyv