Parlimantereke HDP’yî bi hegera qirrkirinê hikûmeta Tirkîyê da ber rexneyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339183-parlimantereke_hdp’yî_bi_hegera_qirrkirinê_hikûmeta_tirkîyê_da_ber_rexneyan
Endameka kurd a parlimana Tirkîyê hikûmeta vî welatî bi qirrkirina kurdan tawanbar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 31, 2023 15:56 Asia/Tehran
  • Parlimantereke HDP’yî bi hegera qirrkirinê hikûmeta Tirkîyê da ber rexneyan

Endameka kurd a parlimana Tirkîyê hikûmeta vî welatî bi qirrkirina kurdan tawanbar kir.

“Tûlay Hatem-Ogullari” wekîla gelê şarê Adanayê ku parlimantereka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e, îro di axavtinekê da hikûmeta Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan bi qirrkirina kurdan tawanbar kir û got: ‘‘Hikûmeta nika hemî rêyên tepeserkirinê bi şêwazên şerê taybet û herwiha bi rêya dîplomatîk ceribandîne û qirrkirina kurdan ji hêla sîyasî-çandî va didomîne.”

Vê parlimantera HDP’yê herwiha got: “Hikimdarên nika ji bo qahîmkirina cîgeha xwe her karekî rewa dizanin û tepeserkirina kurdan didomînin.”

Tûlay Hatem-Ogullari herwiha xwest ku Serokê hepsî yê PKK’yê “Ebdullah Ocalan” were azadkirin.

HDP’yê di hilbijartinnê sala 2018an da 67 kursî li parlimana Tirkîyê bi dest xistin, lê vê partiyê 9 kursîyên xwe bi hegera tawanbarkirina parlimanterên wê bi sûcê “Endametîya di rêxistinên terorîst da” ji dest dane.