Çile 29, 2023 14:34 Asia/Tehran
  • Hefteya pêş 2 hezar û 831 koçber ji Tirkiyê hatine dersînorkirin

Tirkiyê di daxûyaniyekê de ragihand ku vê hefteyê 2 hezar û 831 koçber ji vî welatî hatine dersînorkirin.

 Rêveberiya Koçberiyê ya ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku ji kesên dersînorkirî, 754 kes efxan, 210 kes pakistanî û hezar û 867 kes ji welatên din bûne ku amaje bi navê wan nehatiye kirin.

 Li gor raporê vê rêveberiyê, hejmara giştî ya koçerên dersînorkirî ji destpêka îsal gihêştiye 8 hezar û 571 kesî.

 Vê saziyê her wiha ragihand di vê midehê de 2 hezar û 321 koçberên neqanûnî jî li seranserî vî welatî destser kirine.

 Li gor vê rapora dayireya Koçberiyê,Tirkiye mazûvanê 19 hezar û 746 koçberan e ku piraniya wan koçberên efxan û pakistanî ne.

 Rêveberiya Koçberiyê ya ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di rapora xwe de ragihand ku di sala buhurî de, nêzîkî 124 hezar û 441 koçber ku wek koçberên neqanûnî hatine zanîn ji welatê xwe dersînor kirine.

 

Serepeyv