Çile 24, 2023 13:27 Asia/Tehran
  • Demîrtaş derbarê berbijarê hevbeş de bang li opozîsyonê kir

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê berbijarê hevbeş de bang li opozîsyonê kir.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê hilbijartinên bê yên Tirkiyê û berbijrekî hevbeş bo posta Serokkomariyê de bang li serokên 6 partiyên opozîsyonê kir û got: “Niha 4 meh li pêşiya me ne, em dibêjin berbijarê hevbeş lê ji bo ku ev yek nebe, her kes çi ji pêdivî be dike.”

Hevserokê berê yê HDP’yê Selahhattîn Demîrtaş di peyamekê de got: “Ev 3 sal in ji bo ku tifaqa demokrasiyê pêk bê me gelek hewil dan, lê ji bo ku pêk neyê opozîsyon jî di nav de kî çi ji destî hat, kir. Gel tifaqa demokrasiyê bi hejarbûna xwe ava kir, lê mixabin partiyan ava nekir.”

Demîrtaş derbarê berbijarê hevbeş ê posta Serokkomariyê de bang li 6 partiyên opozîsyonê kir û ragihand “Niha 4 meh li pêşiya me ne, em dibêjin berbijêrê hevbeş, lê dîsan ji bo ku nebe her kes çi pêdivî be dike. Ev çi rawestana eqil e? Ez bang li hemû serokan dikim, em ê di demeke nêzîk de ligel we bicivin. Yan li hindir, yan jî li derve.”

Hevserokê berê yê HDP’yê di dawîyê da ragihand: “Vê hilbijartinê ne siyasetmedar, dê gel qezenc bikin. An demokrasiya temam, an jî dîktatoriya mutleq. Hêza xwe bawer bikin û 4 mehan bi enerjî kar bikin. Em dê teqez qezenc bikin.”

 

Serepeyv