Çile 19, 2023 18:07 Asia/Tehran
  •  Tirkîyê operasyoneke nû dijî PKK’yê dest pê kir

Hêzên çekdar ên Tirkîyê operasyoneke nû dijî PKK’yê li parêzgeha Mêrdînê dest pê kirin.

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku hêzên emnî yên vî welatî ji duh va li Mêrdînê operasyoneke berfire dijî PKK’yê dest pê kirine.

Li gorî daxûyanîya Wezareta Berevaniyê ya Tirkîyê jî, di wê operasyonê da ku bi navê “Eren Dorpêç-22”yê dest pê bûye da, hêzên Candirme, Polîs û gundparêz di çarçova 50 komên operasyonê da beşdar bûne.

Hevgavê operasyona nû ya Tirkîyê dijî PKK’yê li hundurê vî welatî, Artêşa Tirkîyê operasyona xwe ya neqanûnî dijî PKK’yê li bakurê Iraq û Sûrîyê jî tund kirîye û liv û tevgerên leşkerî yên Tirkîyê li axa Sûrîye û Iraqê tevî nerazîbûna berdewam a Bexda û Şamê didome.

 

Serepeyv