Çile 18, 2023 14:21 Asia/Tehran
  • “HDP dikare berbijarekî cuda bide nasandin lê em ê bibin serketiyê meydanê”

 Kiliçdaroglû di axiftinekê de ragihand ku eva ku HDP berbijarekî cuda dide nasandin, ne giring e û Hevalbendiya Opozîsyonê yê ser keve.

Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Partiya Komaîrxwaz a Gel (CHP) wek di berteka li hember vê yekê ku HDP yê berijarekî cuda ji xwe re dide nasandin, ev kar HDP’yê karekî normal û negiring zanî û got: “Bi her awayî yê ‘Hevalbendiya Millet’ bibe serketiyê hilbijartinê.”

Piştî ku hevserokê HDP’yê derbarê biryara vê partiyê bo nasandina berbijarekî serbixwe ji du partiyên din bo beşdariya di hilbijartinan de agahî da, endamên Hevalbendiya şeşalî jî hema bertekên bi vî rengî nîşan dan.

 Kiliçdaroglû her wiha got: “Di her halî de Hevalbaneidya Millet yê serketiyê meydanê be.”

Teşkîlata CHP’yê jî wek berteka li hember vê nûçeyê ragihand ku hîna meseleya muzakireya di anvbera berbijarê bê yê Hevalbendiya Şeşalî bi HDP’yê re nehatiye hilkolandin.

CHP’yê her wiha bal kişand ser vê yekê ku heta heke HDP berbijarê xwe bide nasandin jî, di dewra yekem a hilbijartinan de berbijarê hevalbendiya şeşalî yê bi ser keve û ragihand: “Eva ku HDP berbijarekî cuda bide nasandin nayê vê wateyê ku em nikarin ji dengderên wê deng bistînin. Werhasil eva maye ser biryara dengderan û gel demokrasiyê vedibijêre.”

 

Serepeyv