Çile 17, 2023 19:22 Asia/Tehran
  • Demirtaş: “Divê tifaqên opozîsyonê bo ewlekariya hilbijartinê bi hev re kar bikin”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş daxwaz kir ku partiyên opozîsyona Tirkiyê ji bo ewlekariya hilbijartinê bi hev re kar bikin û ragihand: “Pêşengiya wê jî dikeve ser milê CHP’yê.”

Li Tirkiyê opozîsyona wî welatî ewlekarîya hilbijartinê wek pirsgirêk dibîne û ev çend caran bûye mijara hevdîtinên partiyên opozîsyonê.

Hevserokê berê yê HDP’yê Selahattin Demîrtaş ku ji 2016an ve li girtîgeha Edirneyê girtî ye, li rûpela xwe ya Twitterê ji tifaqên opozîsyonê daxwaz kir ku di hilbijartinên îsal ên Tirkiyê de ji bo ewlekariya hilbijartinê bi hev re kar bikin.

Demirtaş nivîsiye: “Ewlekariya hilbijartinê ji îro û pê de dest pê dike, heta merasima sondxwarinê. Ger ên diwêrin çavên xwe berdin vîna gel dibin yek bila her sê tifaqên opozîsyonê jî bo ewlekariya hilbijartinê bi hev re bixebitin. pêşengiya wê jî dikeve ser milê CHP’yê. Dibe ku amadekariyan dest pê kiribe jî.”

Tê çaverêkirin eger hilbijartineke pêşxwext neyê lidarxistin, hilbijartina plankirî ya Tirkiyê di Hezîrana 2023an de were pêkanîn.

 

 

Serepeyv