Çile 13, 2023 18:20 Asia/Tehran
  • Enqereyê ji ber xwenîşandana hogirên PKK’yê, balyozê Swêdê ban kir

Enqereyê bi nîşana nerazîbûna li hemberî xwenîşandana hogirên PKK’yê ya li Stokholmê, balyozê Swêdê ban kir.

Bi dû xwenîşandana hogirên PKK’yê dijî Tirkîyê ya li şarê Stokholmê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê îro balyozê Swêdê li Enqereyê Stêfan Hêrstrom vexwend.

Hogirên PKK’yê bi kombûn û xwenîşadanekê li ber Şaredarîya Stokholmê reşe û qeretûya Receb Teyyîb Erdogan daliqandin û bi durişman nerazîbûna xwe himberî dewleta Tirkîyê û Erdogan nîşan dan. Vêca ev kiryara hogirên PKK’yê li Swêdê, bû sedema hêrsbûna rayedarên Tirkîyê.

Li gorî medyayên hikûmeta Tirkîyê yên wekî Ajansa Nûçeyan a Anadolu’yê, ji balyozê Swêdê Stêfan Herstrom hatîye xwestin ku rê nede kombûn û xwenîşandanên bi vî rengî li welatê wî bên lidarxistin.

Dewleta Tirkîyê lidarxistina kombûnên bi vî rengî wek “Binpêkirina aşkira ya sozên Swêdê (yên di civîna NATO’yê ya ku di meha Hezîranê da li Spanyayê hat lidarxsitin) yên di rêkevtinameya sêalî da” zanîye û ew wek “Gefxwarina aşkira” dijî Enqereyê wesif kirîye.

Tirkîyê herwiha ji Swêdê xwestîye ku rêkxerên vê kombûnê nas bike û sozên himberî Tirkîyê bi cih bîne.

 

Serepeyv