Çile 12, 2023 13:48 Asia/Tehran
  • Selahedîn Demirtaş bo Erdogan: “Eger dikarî dîsan li ser wê kursiyê rûne”

Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê HDP’yê yê hezkirî û girtî di twîtekê da xitabî Erdogan, ew derdayîyê hetmî yê hilbijartina bê da zînan.

Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê Partya Demokratîk a Gelan (HDP), bi weşandina hin twîtan amajeyî vê yekê kir ku êdî xelk Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê li ser cîgeha serokkomartiyê naxwazin û wî derdayîyê sereke yê hilbijartina tê ya serokkomartiyê dizanin û nivîsî: “Munazire û dîbêytên rojên dawiyê wê kivş bikin kî wê bi dengan were hilbijartin. Tenha mijara ku niha aşkera ye eva ye ku em ê hemî ji vê hikûmetê xilas bibin û kes nikare vê yekê biguherîne. Eger hûn bipirsin çawan, divê ez bêjim ku gel biryara xwe daye.”

Demirtaş di twîteka din da li dewama vê twîtê xitabî Erdogan bixwe nivîsî: “Haya me ji hemî fêlên te yên qirêj heye Erdogan. Lê em îznê nadin ku dewreka din jî bibî sedema êş û îşkenceya xelkê me. Tu dipirsî çawan? Ji ber ku xelkê tu nas kirine, hemû mesele eva ye.”

Serokê hezkirî yê HDP’yê amajeyî peyva navdar a şanonameya Hemlêt, berhema Şêkspîyêrî kir û nivîsî: “Bûn yan nebûn, Erdogan! eger ku dikarî careka din jî li ser wê kursiyê rûne.”

 

Serepeyv