Çile 11, 2023 19:03 Asia/Tehran
  • Hinardekirina ji Îranê bo Tirkîyê sedî 24 geş bûye

Hinardekirina ji Îranê va bo Tirkîyê di 10 mehên buhurî da sedî 24 geş bûye.

Li gorî daxûyanîya Dayîreya Amaran a Tirkîyê, danuistandina ticarî ya vî welatî û Îranê di 10 mehên buhurî da sedî 18 geş bûye.

Di navbera Çille û Mijdara sala 2021ê da ticareta di navbera Îran û Tirkîyê da bayê 4. 99 miliyar dolarî bûye ku di wê dema sala 2022an da rabûye 5 miliyar û 88 milyon dolarî.

Li gorî vê daxûyanîyê, Tirkîyê ji meha Çilleyê heta Mijdara sala 2022an bayê 2 miliyar û 78 milyon dolarî kel û pel şandine Îranê ku anegorî wê demê ya dala 2021ê sedî 12 geş bûye.

Tirkîyê di 11 mehên sala 2022an da (heta dawiya Mijdarê) bayê 3.1 miliyar dolarî kel û pel ji Îranê kirîye ku anegorî wê demê ya sala 2021ê sedî 24 geş bûye.

Dema mirov amarên têkildarî danuistandina ticarî ya di navbera Îran û Tirkîyê di 11 mehên sala buhurî da dide ber hev, 320 milyon dolar ser xêra Îranê bûye.

 

 

Serepeyv