Çile 09, 2023 08:39 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Swêdê:

Serokwezîrê Swêdê got: "Tirkiye rê li ber tevlêbûna welatê me li NATO'yê digire û hin daxwaz hilêxistine ku Swêd nikare wan qebûl bike."

Ulf Kristersson serokwezîrê Swêdê got: "Tirkiyê ji Gulana derbasbûyî va heta niha rê li ber tevlêbûna welatê me li NATO'yê girtiye û hin daxwaz hilêxistine ku Swêd nikare wan qebûl bike û îmkana cihanîna van xwestekan jî tune."

Serokwezîrê Swêdê got: "Şert û merc neguherîne. Tirkiyê piştrast kiriye ku tiştê me gotibû bi cih tînin, bi cih hatiye; lê hin xwestekên wan hene ku em nikarin an jî naxwazin ku bersiva wan bidin. Niha biryardan li ustiyê Tirkiyê ye."

Karzan bawer in ku hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Erdogan bi rêya dijayetiya li hemberî tevlêbûna Swêd û Fenlandê li NATO'yê bi behaneya piştevaniya wan ji kurdên dijberê Tirkiyê, tenê hewl dide ku hin puen û serpişkiyan ji van du welatên ewropî bistîne.

 

Serepeyv