Çile 08, 2023 18:50 Asia/Tehran
  •  Gelê Tirkiyê piştgiriyê dide baştirbûna peywendiyan bi Sûriyê re

Encama rapirsiyekê nîşan da ku sedî 59’ê welatiyên Tirkiyê ji hevdîtina Receb Teyîb Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê tev Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê pişgiriyê dikin.

Şîrketa rapirsiyan a Metropol’ê, bi weşandina encamên vê rapirsiyê ragihand: Sedî 59’ê xelkê pişgiriyê didin hevdîtina Erdogan û Bişar Esed , sedî 28 dijber in û sedî 12 jî bêalî ne.

 Erdogan di civîna roja Pêncşemiyê ya xwe bi serokên Teşkîlata partiya serdest a AKP’yê, derbarê hevdîtina bi Serokkomarê Sûriyê û Rûsiyê hêvîdariya xwe diyar kir û got: Bi destpêbûna civîna wezîrên berevaniyê û serokên saziyên îstixbaratê yên Tirkiye, Rûsiye û Sûriyê li Moskowayê, me pêvajoyek dest pê kiriye ku piştî wê wezîrên derve yên sê welatan yê hevdîtin pêk bînin û anegorî alûgoran, rayedarên sê welatan yê li dora hev bicivin.

Ger çi di çend mehên derbasbûyî de, rayedarên Tirkiyê bi caran derbarê hitmala normalkirina peywendiyan bi Sûriyê re agahî dane, lê eva cara yekê ye ku şexsê Erdogan hêvîdariya xwe diyar dike. Medyayên Tirkiyê jî ji hevdîtin û gotûbêja wezîrên derve yên vî welatî û Sûriyê di pêşerojeke pir nêzîk agahî dane.

 

 

Serepeyv