Selahedîn Demîrtaş: “Hejar dikarin vê pergalê biguherînin”
Selahedîn Demîrtaş ji xelkê di bin cixiza hejariyê da xwest ta ku bi beşdarbûna li hilbijartinan, rewşa heyî têk bibin.
Selahedîn Demîrtaş, hevserokê berê yê Partya Demokratîk a Gelan (HDP) ji xelkê hejar xwest ta ku bi beşdarbûna li hilbijartinan, rewşa heyî têk bibin.
Demîrtaş bi weşandina postekê di hesaba xwe ya Twitterê da nivîsî: “Heta roja ku encamên hilbijartinê kifş bibin, em ê bi hilbijartinan razên û bi hilbijartinan jî ji xweê rabin. Ji ber ku li van hilbijartinan ne tenê em ê dewleta nû bibijêrin, belku em ê çarenivîsa xwe jî ji bo sedsala tê kifş bikin.”
Wî di posteka din da li hember zêdekirina destmiza karmend û malnişînan bertek nîşan da û got: “Eva bi salan e ku koşka serokkomartiyê roj bi rojê zengîntir dibe û em wek xelk hejartir dibin. Hêza guherîna vê rewşê di destê bi mîlyonan welatiyan da ye ku di bin cixiza hejariyê da dijîn û kar dikin. Hûn dikarin vê rewşê biguherînin.”
Hêjayî gotinê ye Demîrtaş li peyamekê ku bi minasibeta destpêbûna sala nû ya zayînî weşandibû jî ji xelkê xwest ku bona serêxwegirtina demokrasiyê, beşdarî hilbijartinan bibin.