Çile 04, 2023 19:24 Asia/Tehran
  •  Malpera Demirtaş bi 4 zimanan e lê kurdî tê de nîne

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş, ji bo wergirtina pêşniyarên xelkê malpereke bi 4 zimanan vekiriye lê nebûna zimanê Kurdî di malperê de bûye sedema nerazîbûnan.

Selahattin Demirtaş, roja 2ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku beşa şandina peyaman bo malpera wî hatiye zêdekirin û got: “Hûn dikarin pêşniyarên xwe ji vir binivîsînin. Dê hemû nêrînên we ji aliyê parêzerên min ve bo min bêne gihandin û bila gumana we nebe, ku ez ê bi hûrgilî binirxînim. Em dest pê dikin, qewet be. Rêya we, rêya me vekirî be.”

Malpera Demirtaş bi zimanên Tirki, Îngilîzî, Almanî û Fransî hatiye vekirin û cih nedane zimanê Kurdî. Nebûna zimanê Kurdî di malpera Demirtaş de li ser sosyal medyayê rastî nerazîbûnan hat.

Nerazî dibêjin ku “Malpera we ser xêrê be. Li malpera we ya ku bi 4 zimanan hatiye amedekirin, kêmasiyeke mezin heye, ku zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî  tê de nînin ku piraniya kesên hûn xîtaba wan dikin, ew in. Em hêvî dikin ku di zûtirîn demê de bê çareserkirin.”

Nerazî û rexneker herwiha amajeyî vê yekê dikin ku pirtûkên Demirtaş jî bi tirkî ne.

 

Serepeyv