Çile 04, 2023 15:40 Asia/Tehran
  •  Çawûşoglû kiryara Amerîkayê têkildarî Sûriyê da ber rexneyan

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ji ber dijayetiya Amerîkayê digel asayîkirina peywendiyên navbera Tirkiye û Sûriyê, rexne li vî welatî girt.

Li gorî rapora Kanala TRT'ya Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoglû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê roja Sêşemiyê bal kişande ser helwêsta rayedarekî amerîkî derbarê asayîkirina peywendiyan navbera Enqere û Şamê û got: Amerîka ji me napirse ku çima hûn bi wan ra hevdîtin pêk tînin an jî çi diqewime. Lê em dizanin ku ew li dijî vê asayîkirinê ne. Em dikarin vê yekê ji bersiva berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bo çapemenyeke têkildar tê bigihêjin.

Wî siyasetên dasepandî li dijî dewleta Bişar Esed di salên derbasbûyî da bê encam zanî û got: Şerê navxweyî li Sûriyê divê bi dawî bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê di dewamê da got: Tirkiye daxwaza cihgirbûna aramiya hertimî, aştî, bidawîhatina terorîsmê û parastina sînor û yekparçetiya axa Sûriyê dike.

 

Serepeyv