Çile 04, 2023 12:48 Asia/Tehran
  •  Taxima neyarên sûrî bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re hevdîtin pêk anî

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu, li Enqereyê ligel Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (SMDK), Salim el-Muslat, Serokê Komîsyona Mizakere ya Suriyê, Bedir Camus û Serokê Hikûmeta Xwexwendî ya neyarên Sûriyê, Ebdurrahman Mustafa civiya.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê bi wêne û peyamekê ragihand ku li Wezareta Derve ligel serokên opozîsyona Sûriyê civiyaye.

Çawûşoglû di vê hevdîtinê da îdia kir ku welatê wî bêyî razîkirina neyarên sûrî wê peywendiyê bi Şamê re asayî neke.

Berî çend rojan wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû, eger aramiya siyasî li Sûriyê çêbibe ew amade ne herêmên di bin kontrola xwe de radestî hikûmeta Şamê bikin.

Wî herwiha got: Piştî hevdîtina wezîrên karên derve yên Tirkiye û Sûriyê, di qonaxa dawîn da wê serokkomarên her du welatan jî bi hev re bicivin.

 

 

Serepeyv