Çile 02, 2023 18:23 Asia/Tehran
  • Xortên tirkiyeyî taybetmendiyên 'Serdarê Dilan' şirove kirin

Komeke xortên Encumena Xortan a Tirkiyê li ser domandina rêya serdarê mezin ê Berxwedanê, şehîd Hecî Qasim Sulêymanî tekez kirin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Komeke endamên Encumena Xortan a Tirkiyê bi amadebûna li navenda bajarê Stenbolê, taybetmendiyên berbiçav ên sipehbodê şehîd Hecî Qasim Sulêymanî wek 'Serdarê Dilan' şirove kirin.

Xortekî tirkiyeyî got: "Şehîd Qasim Sulêymanî qaremanê têkoşîna li hemberî istikbar û siyonîsmê ye. Têkoşîna wî ne tenê ji bo gelê Îranê, belkî hevdem ji bo hemî gelên cîhanê ye. Em wek xortên ku di bereya têkoşîna dijî emperyalîzm û

siyonîzmê ne, şanaziyê bi hebûna şehîdekî wiha dikin."

Hemwelatiyeke din a tirkiyeyî wiha got: "Em bawer in ku şehîd Qasim Sulêymanî tenê şehîdê îraniyan nîne; ew şehîdê me hemiyan û yê gelên bindest û zilmlêqewimî li cîhanê ye. Ew lehengekî rastîn e."

Hemwelatiyekî din ê tirkiyeyî amaje bi Wesiyetnameya Serdar Sulêymanî kir û got: "Serdar Sulêymanî wesiyet kir ku li ser gora wî binivîsin, 'Serbaz Sulêymanî'. Ev yek mînakeke mezin ji bo me xortên Tirkiyê ye ku ji kûrahiya dil wî wek şehîdê

xwe bizanin."

 

Serepeyv