Çile 01, 2023 19:02 Asia/Tehran
  •  Encamên rapirsiyan Erdogan bêhêvî dikin

 Li gor dawîn rapirsiyên ku li Tirkiyê cih hatine, Serokê AKP’yê di dewra diduyan a hilbjartinên serokkomariyê yê li hember hevrikên xwe tûşî şikestê were.

 Fars News’ê, îro Yekşemiyê ji zarê Saziya Lêkolînê ya Metropolê ragihand, ger hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê bikêşe dewra diduyan, Erdogan dê tûşî şikestê were.

Li gor pêşbîniya Metropolê, yê ji wan çar kesan, Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Stenbolê, Kemal Kiliçdaroglû, Serokê CHP’yê, Meral Akşener, Seroka Îyî Partiyê û Mensûr Yawaş, Şaredarê Enqereyê, muhtemel e di dewra diduyan de bibin hevrikê Erdogan.

 Eva tê vê wateyê ku ger ev texmîna cih were, Erdogan di dewra diduyan de yê bi bidestxistina sedî 38’ ê dengan li hemberî Îmamoglû tûşî şikestê were.

 Berbijarê AKP’yê li hember Kiliçdaroglû dê bi encama 45-40 yê tûşî şikestê were.

Serokkomarê Tirkiyê bi bidestxistina sedî 41’ê dengan yê li hemberî Akşenerê ku sedî 43’ yêdengan bi dest bixe, tûşî şikestê were û bi encama 51-36 li hember Yawaş yê tûşî şikestê were.Hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê bo 18ê Hezîrana îsal hatiye plankirin. Lê kesên dijber daxwaza lidarxistina Hilbijartinên zûwext dikin.

 Li gor destûra bingehîn a Tirkiyê, parleman û şexsê serokkomar, dikarin hilbijartinan 60 rojan zûtir ji demê li dar bixin.

 

 

Serepeyv